Kurmanji translation

Zanyarî ji bo penaxwazan Di derbarê proseyên penaberiyê yên di rewşa şerî de, rewşeke awarte yan rejîmeke rêveberiya karesatê de

Te daxwaza penaberiyê li Lîtvanyayê kiriye, bi îdiaya ku tu nikarî vegerî welatê xwe ji ber metirsiya çewisandin, şer û tundiyê. Ji gava ku tu serlêdana penaberiyê dikî, tu wekî penaxwaz tê hesibandin. Penaber bûn hin mafan dide te û te mecbûr dike ku tu bi pêwîstîyên ku di Destûra Bingehîn a Komara Lîtvanyayê û qanûnên din de hatine destnîşankirin bi cîh bînî. Lîtvanya niha di rewşeke awarte de ye ji ber zêdebûna berbiçav di hejmara penaberan de, ji ber vê yekê ev rênîşander li ser proseyên penaberiyê di demê rewşa şer, rewşeke awarte yan rejîmeke rêveberiya karesatê de agahdarîyên girîng dide we.

GIRÎNG: Agahiyên ku di vê pirtûkokê de cih digirin li gorî qanûnên derbasdar ên niha hatine amadekirin. Dibe ku qanûn û rêzikname paşî werin guhertin yan zêdekirin. Eger pirsên we hebin, ji endamekî karmendê Daîreya Koçê yan jî parêzerekî bipirsin, ku ew ê bikaribin bêtir agahdariyan li ser proseya penaberiyê û maf û erkên we bidin we.

Ez dikarim li ku û çawa serlêdana penaberiyê bikim?

Di rewşa şerî, rewşa awarte yan rejîma rêveberiya karesatê de, hûn dikarin serlêdana penaberiyê bikin:

  • Li nuqteyên kontrolê yên sînor an herêmên derbasbûnê - ji Xizmetgûzarî ya Parastina Sînor a Dewletê;
  • li axa Komara Lîtvanyayê, eger hûn bi qanûnî ketine Komara Lîtvanyayê - li Daîreya Koçê;
  • Li welatekî biyanî - li sazîyên mîsyonên dîplomatîk an nivîsgehên konsulxaneyê yên Komara Lîtvanyayê (niha, hûn dikarin tenê li Balyozxaneya Komara Lîtvanyayê li Belarusê serlêdana penaberiyê li Komara Lîtvanyayê bikin).

Eger hûn li gorî şert û mercên ku li jor hatine destnîşankirin serlêdana penaberiyê nekin, dê serlêdana we ya penaberiyê li gorî qanûnên guncan neyê pejirandin, lê prosedûra serlêdana penaberiyê dê ji we re were şîrovekirin.

Eger we bi qaçaxî sînor derbas kiribin, Xizmetgûzarîya Parastina Sînor a Dewletê dê biryarê bide ka serlêdana we ya penaberiyê qebûl bikin an na, li gorî rewşên taybet yên alîkarîyê an rewşên din ên kesane.

Forma serîlêdana penaberiyê belaş e û divê serîlêdan bi destê kesî were şandin, an jî endamekî malbatê yê mezin dikare li ser navê endamekî piçûk ê malbatê serlêdanê bike. Serlêdana we ya penaberiyê dikare bi devkî an bi nivîskî were kirin, lê girîng e ku sedemên sereke yên serlêdana penaberiyê û hûrguliyên xwe yên rast diyar bikin: nav û demê jidayikbûnê, û her belgeyek ku we hebe.

Kî ji lêkolîna serlêdana we ya penaberiyê berpirsiyar e?

Serlêdana ji bo penaberiyê li Lîtvanyayê nayê wê wateyê ku gerek serlêdana we ya penaberiyê dê li Lîtvanyayê were şopandin. Eger endamên malbata we - hevjîna we, zarokên we yên piçûk heke hûn piçûk in, dê an bavê we - li welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê bijîn, an heke hûn ji welatek din ê Yekîtiya Ewropayê hatine Lîtvanyayê ku we serlêdana penaberiyê lê kiriye, yan heke we hebe, berê xwedan vîze yan destûra rûniştinê ya ku ji hêla wî welatî ve hatiye dayîn bin, ew welatê YEyê dibe ku ji lêkolîna serlêdana we ya penaberiyê berpirsiyar be. Di vê rewşê de, Daîreya Koçê dikare biryarê bide ku serlêdana we ya penaberiyê lêkolîn neke û serlêdana we ya penaberiyê veguhezîne welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê, ku dê berpirsiyarê lêkolîna serlêdana we ya penaberiyê be. Girîng e ku hûn hemî agahdariyên li ser endamên malbatê yên ku li welatên din ên Yekîtiya Ewropî dijîn bê zûtirîn dem bidin, da ku proseya destnîşankirina welatê berpirsiyar were qedandin berî ku biryara yekem li ser serlêdana we ya penaberiyê were dayîn.

Eger endamên malbata we li welatekî din yê Yekîtiya Ewropî rûdinin, divê razîbûna nivîskî ji bo lihevhatina malbatê di navbera we û endamên malbata we de ji Daîreya Koçê re were şandin da ku berpirsiyariya lêkolîna serlêdana we ya ji bo penaberiyê li welatê Yekîtiya Ewropayê diyar bike.

Eger biryara serlêdana we ya penaberiyê hîn jî li Lîtvanya nehatîye dayîn, Daîreya Koçê dê serlêdana we ya penaberiyê lêkolîn bike.

Ez kingê û çawa dikarim sedemên xwe yên serlêdana penaberiyê li Lîtvanyayê rave bikim?

Dema ku hûn serlêdana penaberiyê dikin, pisporek an efserek dê hevpeyivîneke destpêkê bike, belgeyên ku we hene berhev bike, wêne û şopa tiliyên we bigire. Armanca vê hevpeyvînê komkirina agahiyan li ser we û endamên malbata we ye ku bi we re hatine, riya hatina we, daneyên pêwîst ji bo destnîşankirina kîjan welat ji lêkolîna serlêdana we ya penaberiyê û sedemên we yên serlêdana penaberiyê berpirsiyar e.

Berî ku biryara penaberiyê we were dayîn, pisporek ji Daîreya Koçê hevpeyvîneke bingehîn pêk tîne da ku derfetê bide we ku hûn bi hûrgulî şirove bikin ka çima we serlêdana penaberiyê kiriye, û belgeyên ku piştewanîya sedemên we dike pêşkêş bikin ku ku we berê nedane. Hevpeyvîn nehênî ne û agahdarî dê ji raya giştî re neyê eşkere kirin an ji rayedarên welatê we re neyê şandin. Daîreya Koçê û rayedarên din ên giştî, parêzer û wergêr ku di pêvajoya penaberiyê de cih digirin, mecbûr in ku agahdariya di dosyaya penaberiyê de eşkere nekin. Hemî agahdariya ku hûn didin, ji bo pisporê ku serlêdana we ya penaberiyê dikole hewce ye ku rewşên têkildar destnîşan bike û biryarê bide ka hincetên daxwaza we ya penaberiyê li gorî rênmayên penaberiyê ne yan na. Di dema hevpeyvînê de:

  • Vebibêjin ku hûn li welatê xwe yê resen de bi çi metirsîyan re rû bi rû dimînin û ji ber çi sedeman vê karên xirab ji we re bê kirin;
  • Bi xebatkarê doza penaberiyê re hevkariyê bikin û hemû rewşan eşkere bikin. Daîreya Koçê dikare biryareke maqûl û yasayî bide eger hûn bi dilnizmî hewl bidin da ku daxwaza penaberiya xwe piştrast bikin;
  • Ji kerema xwe hemî belgeyên berdest û delîlên din (tevî di forma elektronîkî de) pêşkşê bikin da ku di zûtirîn dem de piştgirî bidin dazwazîya xwe. Eger hûn nikaribin belgeyan bidin, Daîreya Koçê dê rewşên ku we pêşkêş kirine binirxîne û dibe ku biryar bide ku mafê penaberiyê bide we, bi şertê ku hesabê we bi hûrgulî, temam, hevgirtî û bi agahdariya ku ji hêla Daîreya Koçê ve hatiye berhev kirin re hevaheng be.;
  • Di hevpeyivên destnîşankirî de amade bibin;
  • Eger pirsên we hebin, ji kerema xwe rewşên ku we destnîşan kirine zelal bikin.

Eger hûn di demê lêkolîna serlêdana penaberiya xwe de bi Daîreya Koçê re hevkariyê nekin, beşdarî hevpeyvînan nebin, bersiva pirsên hevpeyvînê nedin, agahî an belgeyên têkildar ên lêkolîna serlêdana xwe ya penaberiyê eşkere nekin, belgeyên ne rast bidin, agahiyên ne rast an bi awayekî din vekolîna doza penaberiya xwe asteng bikin, dibe ku Daîreya Koçê di derbarê pêbaweriya we de gumanên maqûl hebin û biryarek redkirina dayîna penaberiyê bide we.

Gelo dê wergêr di hevpeyvîna min de amade be?

Eger hewce be, wergêrekdê di hemî hevpeyvînan de amade be. Di dema hevpeyvînê de:

  • Piştrast bin ku hûn wergêrê devkî baş fam dikin. Eger hûn wergêrî fêm nakin, bi rastî ji hevpeyvîner re bibêjin.
  • Divê wergêr tenê tiştên ku hûn û hevpeyivînerê dibêjin wergerîne, bêyî ku nêrîna xwe ya kesane lê zêde bike.
Gelo dê di dema hevpeyvîna min de parêzerek amade be?

Di dema hevpeyivînan de, mafê we heye ku hûn daxwaza amadebûna parêzerekî bikin ku alîkariya zagonî ya bêpere ji hêla dewletê ve garantî dike. Eger hûn bixwazin ku parêzerek di dema hevpeyvînê de amade be, divê hûn karmend an pisporê hevpeyvînê agahdar bikin. Herwiha hûn dikarin bi şandina daxwazeke pêşwext bi e-nameyê ji bo teisines.paslaugos@migracija.gov.lt daxwaza beşdarbûna parêzerek di hevpeyvînê de bikin (gava ku hûn bi e-nameyê serlêdan dikin, bi e-nameyê ji bo ku koda xwe ya ILTU diyar bike da ku hûn nas bikin) an jî bi radestkirina wê ji berpirsiyar an karmendê li navenda ku hûn lê bi cih bûne.

Alîkariya dadrêsiya belaş ji tîma dadrêsiya Xaça Sor a Lîtvanyayê jî heye ( rêyên têkilîyê di dawiya vê pirtûkokê de hatîne destnîşan kirin).

Li ser însiyatîfa xwe û bi lêçûn û xercên xwe, hûn dikarin parêzerekî arîkariya qanûnî ya ku ji hêla we ve hatiye peywirdarkirin vexwînin hevpeyvînê. Eger hûn dixwazin parêzerê we di hevpeyvînê de amade be, berê Daîreya Koçê agahdar bikin.

Tevlîbûna we di hevpeyvînê de û dayîna agahiyên dirist ji Daîreya Koçê re li ser sedemên serlêdana we ya penaberiyê girîng e, tevî ku parêzerek amade be..

Gelo di dema lêkolîna serlêdana penaberiyê de lêkolînên zêde dikarin bên kirin?

Daîreya Koçê dikare testa diyarkirina temen an jî testa DNA-yê bike eger guman li ser temenê we an têkiliyên malbata we bi xizmên ku hatine cem we an jî li Lîtvanyayê dijîn hebin. Ev test tenê bi destûra we tên kirin.

Eger serlêdana we ya penaberiyê ji ber tundûtûjiya bedenî ya ku hûn tûşî bune, Daîreya Koçê dikare bi razîbûna we muayeneyek bijîşkî pêşniyar bike. Ev muayeneyeke girîng e ji ber ku ew dikare nîşanên tundûtûjiya berê piştrast bike. Eger Daîreya Koçê pêşniyara muayeneya bijîjkî neke, lê hûn bawer dikin ku encamên muayeneyeke wiha dikare çîroka we piştrast bike, mafê we heye ku bi însiyatîfa xwe û bi lêçûn û xercên xwe muayeneyeke bijîşkî saz bikin û encamê ji Daîreya Koçê re pêşkêş bikin.

Kî û çawa serlêdana min a penaberiyê dinirxîne?

Daîreya Koçê serlêdanên penaberiyê dinirxîne. Beriya ku biryar bê girtin lêpirsîneke temam, serbixwe û bêalî tê kirin. Di vê pêvajoyê de, Daîreya Koçê dê zanyarîyên ku we daye lêkolîn bike, û herwiha dê derheqê rewşên ku we di serlêdana xwe ya penaberiyê de destnîşan kirine de zanyarîyan berhev bike. Piştî berhevkirina hemû agahiyên pêwîst, Daîreya Koçê dê binirxîne ka rewşên ku hatine destnîşankirin bi rênmayên penaberiyê re têkildar in û dê biryareke nivîskî bide. Hûn ê ji biryara nivîskî ya Daîreya Koçê ya derbarê xwe de werin agahdar kirin. Di biryarê de divê sedemên rastî û yasayî yên biryarê bên diyarkirin û eger pêwîst be li ser çawanîya îtirazê agahdarî were dayîn.

Berî hevpeyvînê, di dema û piştî hevpeyvînê de, hûn dikarin belge û delîlên din pêşkêş bikin da ku rastiyên ku di serlêdana we ya penaberiyê de hatine destnîşankirin piştgirî bikin. Delîl dikarin bi e-nameyê ji info@migracija.gov.lt re ji Daîreya Koçê re werin şandin (dema ku bi e-nameyê serlêdan dikin, ji kerema xwe koda xwe ya ILTU nîşan bidin, ku dê ji bo naskirina we bibe alîkar).

Gelo dê çiqas dem bigire ku serlêdana min a penaberiyê were şopandin?

Serlêdanên penaberiyê dikarin di pêvajoyên giştî an jî bi lezgînî bên kirin.

Li gorî pêvajoya lezgîn divê serlêdanên penaberiyê di nav 10 rojên karî de bên lêkolîn kirin, û li gorî pêvajoya gîştî jî serlêdanên penaberiyê divê di nav 6 mehan de ji roja şandina serlêdana penaberiyê ve bên lêkolînkirin. Di rewşa şerî de, rewşa awarte an rejîma rêveberiya karesatê de, Daîreya Koçê armanc dike ku di zûtirîn dem de biryara penaberiyê bide.

Di çi rewşan de proseya serlêdana penaberiyê dikare bê rawestandin?

Di dema ku serlêdana we ya penaberiyê tê kirin divê hûn li Lîtvanyayê bin. Eger hûn ji Lîtvanyayê derkevin dema ku serlêdana we ya penaberiyê tê kirin, an heke Daîreya Koçê ji ber sedemên din 72 saetan nikaribe bi we re têkilî dayîne, lêkolîna serlêdana we dê bi dawî bibe.

Ger hûn biryar bidin ku li benda biryara Daîreya Koçê nemînin, ji Lîtvanyayê derkevin û li welatekî din yê Yekîtiya Ewropayê serlêdana penaberiyê bikin, ew welat, bi dîtina rastiya şopa tiliyên we li Lîtvanyayê, dikare we vegerîne Lîtvanyayê da ku lênêrîna serlêdana we ya ji bo penaberiyê li vir temam bibe.

Ez kingê û çawa dikarim serlêdana xwe ya penaberiyê vekişînim?

Eger hûn êdî nexwazin li Lîtvanyayê mafê penaberiyê daxwaz bikin, hûn dikarin her gav serlêdana xwe ya ji bo penaberiyê paşve bikşînin û bi nivîskî li ser navnîşana e-nameyê ya jêrîn Daîreya Koçê agahdar bikin: info@migracija.gov.lt. Di vê rewşê de, serlêdana we dê neyê kirin û hûn neçar in ku vegerin welatê xwe.

Daîreya Koçê piştî lêkolîna doza penaberiyê dikare çi biryaran bide?

Lîtvanya du cureyên penaberiyê dide: statûya penaberiyê û parastina arîkar.

  • Statuya penaberiyê ji penaxwazekî re tê dayîn, ku ji ber tirsa rast a ku ji ber sedemên nijad, ol, netewe, endametiya komek civakî ya taybetî an ramana siyasî were çewsandin, li derveyî welatê xwe ye û nikaribe, an ditirse ku daxwazîya parastinê ji welatê xwe bizwaze, , an ku ne xwediyê neteweya welatê biyanî ye, an jî li derveyî wî welatî ye ku lê rûniştina xwe ya asayî lê hebûye û nikare, an jî ji ber sedemên ku li jor hatine destnîşan kirin, ditirse ku vegere.
  • Parastina arîkar ji penaxwazekî re tê dayîn ku li derveyî welatê xwe yê resen e ye û nikare vegere , ji ber tirsa rast ku: 1) ew ê rastî îşkence, muameleya hovane, nemirovane an biçûkxistinê be; 2) metirsiya darvekirinê an jî sizayê mirinê heye; 3) ji ber tundûtûjiya bêserûber di pevçûneke çekdarî ya navneteweyî an navxweyî de metirsiyek cidî û kesane li ser jiyan, tenduristî, ewlehî an azadiya wî/wê heye.

Daîreya Koçê jî dikare biryar bide ku li Lîtvanyayê mafê penaberiyê nede we. Di rewşên wiha de, divê hûn vegerin welatê xwe. Lêbelê, di hin rewşan de, heke penaberî neyê dayîn, Daîreya Koçê dîsa jî dikare biryar bide ku destûrnameyeke rûniştina demkî li Lîtvanyayê bide ku ne girêdayî dayîna penaberiyê ye. Ev biryar tê standin dema ku penaxwaz bi rênmayên negunce, lê penaxwaz zarokekî bêkes e ku nayê vegerandin welatê resen, penaxwaz ji ber sedemên mirovahî nikaribe ji Komara Lîtvanyayê derkeve (mînak, penaxwaz nikare were vegerandin welatekî biyanî an ji Lîtvanyayê were derxistin ji ber sedemên mirovahî (mînak nexweşî), an jî penaxwaz nikare were vegerandin bo welatekî biyanî an jî ji Lîtvanyayê were derxistin ji ber ku ev dê prensîba nevegerandinê binpê bike (mînak li cihê ku Daîreya Koçê tesbît kiriye ku jiyan an azadiya kesî di metirsiyê de ye an jî dibe ku li welatê wî/wê rastî îşkenceyê were).

Piştî ku biryara dayîna an redkirina penaberiyê hat standin, divê hûn bi zimanekî ku hûn jê fam dikin ji biryarê agahdar bibin û kopiyeke wê bidin we. Di biryarê de divê sedemên rastî û qanûnî yên biryarê bên diyarkirin û li ser çawaniya îtirazê, eger pêwîst be, hûn werin agahdarkirin.

Eger ez bi biryara Daîreya Koçê ya nedayîna mafê penaberiyê nerazî me ez dikarim çi bikim?

Eger Daîreya Koçê biryar da ku mafê penaberiyê nede we, hûn dikarin li dijî biryarê îtîraz bikin. Dema ku berpirs an karmend we ji biryarê agahdar dike, eger hûn bi biryarê nerazî ne, ji kerema xwe vê yekê ji memûr an karmend re nîşan bidin û di biryarê de diyar bikin ku hûn ji biryarê nerazî ne, hûn dixwazin li dijî biryarê îtîraz bikin û hûn dixwazin ji alikariya zagonî ya bêpere ya ku ji aliyê dewletê ve hatiye misogerkirin (ango alîkariya parêzerekî, ku ji aliyê dewletê ve tê dayîn, di îtiraza biryarê de) sûd werdigirin. Alîkariya belaş a ku ji aliyê dewletê ve hatiye misogerkirin tê wê wateyê ku parêzerê ku ji we re hatiye tayînkirin dê giliyê we ji dadgehê re amade bike û di danişînê de nûnertiya we bike. Herwiha hûn dikarin li ser mesrefa xwe parêzerekî din bi dilê xwe bigirin da ku di îtiraza biryara Daîreya Koçê de nûnertiya we bike. Di vê rewşê de, hûn ê alîkariya qanûnî ya misogeriya dewletê nestînin.

Eger rewşa şerî, rewşa awarte an rejîma birêvebirina karesatê hatibe ragihandin, biryara Daîreya Koçê dê di nav 7 rojan de ji roja ragihandina biryarê li Dadgeha Îdarî ya Herêmê were îtirazkirin. Ji ber ku dozên penaberiyê bi gelemperî li dadgehê bi devkî tên guhdarîkirin, hûn ê xwedî derfet bin ku beşdarî rûniştinê bibin û dîtinên xwe bidin zanîn. Dadgeh dikare biryar bide ku doza penaberiyê ji bo vekolîneke nû vegerîne Daîreya Koçê yan jî îtîraza we nepejirîne.

Eger dadgeh îtîraza we qebûl neke û hûn bi biryarê razî nebin, dema ku ew we li ser biryarê agahdar dikin, divê hûn ji parêzerê ku nûnertiya we dike û biryarê radigihîne re bibêjin ku hûn bi biryarê re ne razî ne û hûn dixwazin ji alîkariya qanûnî ya bêpere ya ku ji aliyê dewletê ve hatiye misogerkirin sûd werbigirin da ku li dijî biryarê îtîrazê bikin. Herwiha hûn dikarin bi e-nameyê bişînin teisines.paslaugos@migracija.gov.lt da ku hûn nerazîbûna xwe ya bi biryarê re û ku hûn dixwazin ji alîkariya zagonî ya bêpere ya misogertiya dewletê sûd werbigirin agahdar bikin (gava ku hûn bi e-nameyê têkilî dikin, koda xweya ILTU binivîsin da ku ew we nas bikin). Herwiha hûn dikarin parêzerekî ku we bi dirav û lêçûnên xwe girtiye bikar bînin da ku li dijî biryarê îtîraz bikin. Îtîraza ji roja weşandina biryarê di nav 14 rojan de ji Dadgeha Îdarî ya Bilind a Lîtvanyayê re tê kirin. Dadgeha Îdarî ya Bilind a Lîtvanyayê dikare biryarê bide ku doza penaberiyê ji nû ve vegerîne Daîreya Koçê an jî îtiraza we red bike. Eger giliya we tu binemayek nebe, ev biryar dê dawî be û nayê îtirazkirin. Di vê rewşê de, divê hûn vegerin welatê xwe.

Dadgeha Îdarî ya Herêmî divê di nav 2 mehan de ji roja wergirtina îtîrazê, îtîrazê bibihîse û biryarê bide, û Dadgeha Îdarî ya Bilind a Lîtvanyayê jî divê îtîrazê bibihîse û di nav mehekê de ji roja wergirtina îtîrazê biryarê bide.

Heger mafê bikaranîna xizmeta yasayî ya belaş ji we re hate dan, ne lazime hûn pere bidine parêzerî. Parêzer dê her tiştekî bê pere ji we re bike. Heger parêzer pere ji we bixwaze, ji kerema xwe Daîreya Koçê bi rêya emaîlê agahdar bikin: pranesk@migracija.gov.lt

Çima û li ser çi şert û mercan azadiya min a hat û çunê tê astengkirin?

Ger rewşa çer, rewşa awarte an rejîmek birêvebirina karesatê hatibe ragihandin, dê were hesibandin ku hatina penaxwazên ku serlêdanên wan ên penaberiyê bi lezgînî tên lêkolînkirin, dê wisan were hesibandin ku li axa Lîtvanyayê nehatine qebûlkirin, azadiya hat û çuna wan were astengkirin. Sînordarkirina azadiya çûnûhatinê di xala 1408'an a Qanûna Rewşa Yasayî ya Bîyanîyan de hatîye destnîşankirin. Sînordarkirina hat û çunê dikare ji roja qeydkirina di Sîstema Agahdariya Koçberiyê ya Lîtvanyayê de bo 6 mehan were biryardan. Penaxwaz li nuqteyên derbasbûnê yên sînor, xalên kontrolê yên sînor an navendên Xizmetgûzarîyên Sînor a Dewletê tên bicihkirin û li ser mafê wan ê hat û çunê astengî tên bicihkirin.

Piştî 6 mehan, Daîreya Koçê an jî Daîreya Parastina Sînor a Dewletê rewşan dinirxîne da ku dîyar bike ka sedemên bawrîyê heneku hûn dikarin birevin, û dikarin biryar bidin ku we li navendek bêyî mafê hat û çunê ji bo heyama herî zêde 6 mehan bi cih bikin an na, ku ji roja wergirtina biryara sînordarkirina azadiya tevgerê ye.

Rewşên jêrîn ji bo destnîşankirina ka sedemên revînê têne berçavgirtin:

  • ka belgeyên we yên nasnameyê hene û gelo hûn ji bo karûbarên dîyarkirna nasnameyê hevkariyê dikin;
  • gelo hûn li gorî biryara dadgehê tedbîreke alternatîf a binçavkirinê bi cih tînin yan na;
  • gelo we prosedûra çûna demkî ya piştî bicihbûna li Navendê binpê kiriye yan na;
  • gelo we di heyama lêpirsîna pêşdarazê ya li ser derbasbûnên sînorî yên neqanûnî de ku ji niha ve dest pê kiriye de serlêdana penaberiyê kiriye, ji bo ku ji berpirsiyariya sizayî ya ji bo derbaskirina sînor neqanûnî dûr bikevin.;
  • gelo hebûna we dikare ji bo aramîya giştî bibe metirsî;
  • hûn bi karbidest an karmendên giştî re hevkariyê nakin di dema lêkolîna serlêdana penaberiya xwe de an jî dema ku mijara vegera we tê berçavgirtin;
  • hûn di dema lêkolîna serîlêdana xwe ya ji bo penaberiyê de bi awayekî neqanûnî ji Komara Lîtvanyayê derketin an jî hewl da derkevtinê kirîye.

Eger Navend xizmetên bijîjkî, civakî, perwerdeyî, xwaringehî û/an yên din ên pêwîst, an jî piştgirîya derûnî nedin, dibe ku hûn bi destûra rêvebirê Navendê ji bo wergirtina van xizmetan an jî ji bo kirîna xwarinê bi demkî ji Navendê derkevin..

Ez dikarim çi bikim eger ez bi biryara Daîreya Koçê an jî Xizmetgûzarî ya Parastina Sînor a Dewletê ya ku azadiya hatûçuna min sînordar dike nerazî bim?

Biryara Daîreya Koçê an jî Xizmetgûzarî ya Parastina Sînor a Dewletê ya ku kesek li navendeke ku azadiya hatûçunê heye bi cîh bike dikare di nav 14 rojan de ji roja şandina biryarê li dadgehê were îtirazkirin. Dema ku hûn ji bo vekolîna biryara ku azadiya tevgera we sînordar dike serî li dadgehê bidin, mafê we heye ku alîkariya hiqûqî ya belaş wergirin. Biryara dadgehê ya nepejirandina giliyê we dikare li Dadgeha Îdarî ya Bilind a Lîtvanyayê were îtirazkirin. Dadgeha Îdarî ya Bilind a Lîtvanyayê herî dereng di nav 10 rojan de ji roja wergirtina îtîrazê, îtîrazê dinirxîne û biryarê dide.

Di kîjan rewşan de ez dikarim bêm binçavkirin?

Dibe ku hûn bi destûra dadgehê bên binçavkirin:

  1. ji bo ku nasname û neteweya we diyar bibe;
  2. eger hûn bi derbaskirina sînorê dewletê yê Komara Lîtvanyayê bi qaçaxî ketine Komara Lîtvanyayê;
  3. ji bo destnîşankirina rênmayên ku serlêdana we ya penaberiyê li ser bingeha wê ye (ku agahdariya li ser hincetan bêyî ku penaxwaz bê girtin nehate bidestxistin);
  4. dema vegera we ya bo welatê resen biryar da û hûn ji bo penaxwaziyê serlêdana dubare dikin;
  5. dema ku mebest ew e ku we veguhezînin welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê ku berpirsiyarê lêkolîna serlêdana penaberiyê ye;
  6. dema ku hebûna we li Komara Lîtvanyayê ji bo ewlehiya dewletê an aştiya giştî metirsîyekê çêdike.

Ji bo binçavkirinê tedbîrên alternatîf ên jêrîn dikarin bi biryara dadgehê bên girtin:

  1. serdanek dewreyî bo Dezgeha Koçberiyê ya destnîşankirî an Xizmetgûzarî ya Parastina Sînor a Dewletê;
  2. agahdarkirina Daîreya Koçê an jî Xizmetgûzarî ya Ewlekariya Sînor a Dewletê, li gorî ku pêwîst be, bi riya ragihandinê di demek diyarkirî de li ser cihê xwe;
  3. spartina çavdêriyê ji hemwelatîyek Komara Lîtvanya re an bîyanîyek ku bi qanûnî li Komara Lîtvanyayê rûdine, heke vî kesî berpirsiyarîya lênêrîna wî an wê kiribe û wî an wê biparêze.;
  4. rûniştina li Navendê bêyî sînorkirinên azadiya tevgerê;
  5. rûniştina li navendê, bi mafê tevgerê tenê di nav devera xanî de.

Heke hûn dema ku dixwazin wekî alternatîfek bo girtîgehê bi tena serê xwe bijîn , divê belgeyên ku îspat dikin ku cihê we yê jiyanê heye û dikarin xwe biparêzin û hûn ê li gorî rêzikên destnîşankirî tevbigerin pêşkêş bikin.

Heta kingê ez dikarim bêm binçavkirin?

Biryara binçavkirinê an jî girtina tedbîrên alternatîf ji aliyê dadgehê ve tê dayîn. Di biryara dadgehê de bi gelemperî ji bo binçavkirinê an jî tedbîreke alternatîf ji girtîgehê re heya 6 mehan sînorekî diyar dike. Di dawîya vê dema binçavkirinê de, dadgeh dê hincetên binçavkirina we binirxîne. Dema binçavkirinê heta 6 mehan dikare were dirêjkirin. Heger mafê penaberîyê ji we re neyê dayîn û biryara vegerandina we bo welatê we were standin, hûn dikarin heta 18 mehan di girtîgehê de bimînîn.

Gelo ez dikarim li dijî biryara dadgehê ya girtina min îtîraz bikim?

Biryara dadgehê ya ji bo binçavkirina we an jî girtina tedbîreke alternatîf li ser we dikare li Dadgeha Îdarî ya Bilind a Lîtvanyayê were îtirazkirin. Dadgeha Îdarî ya Bilind a Lîtvanyayê herî dereng di nav 10 rojan de ji roja wergirtina îtîrazê, îtîrazê dinirxîne û biryarê dide.

Eger hûn hatine binçavkirin û hûn difikirin ku sedemên binçavkirina we xilas bûne, mafê we heye ku ji dadgehê bixwazin biryara binçavkirinê binirxîne. Dema ku hûn ji bo vekolîna girtina xwe serî li dadgehê didin, mafê we heye ku alîkariya qanûnî ya bêpere ji dewletê werbigirin.

Di dema lêkolîna serlêdana penaberiyê de çi mafên min hene?

Wek penaxwaz, li Komara Lîtvanyayê mafên te yên jêrîn hene:

  1. sûdwergirtina ji şert û mercên wergirtina madî (cih, xwarin û cil û berg) dema rûniştina li cihên niştecihbûnê yên ku ji hêla saziyên Komara Lîtvanyayê ve hatine destnîşankirin, cihên binçavkirinê û herwiha xalên kontrolê yên li ser sînor û deverên derbasbûnê;
  2. ji bo wergirtina zanyariyên bêpere di derbarê maf û erkên xwe de û herwiha encamên pabendnebûna bi wan di dema lêkolîna daxwaznameya dayîna penaxwaziyê de, û herwiha agahdarî, têkildarî lêkolîna daxwaznameya dayîna penaberiyê;
  3. ji bo birêvebirin û fermîkirina belgeyên tomarkirî yên têkildarî lêkolîna serîlêdana dayîna penaberiyê;
  4. ji bo bikaranîna alîkariya hiqûqî ya ku ji aliyê dewletê ve hatiye misogerkirin;
  5. wergirtina misogeriyê ji bo bikaranîna navgînên veguhestina giştî ya ku bo lêkolîna serîlêdana dayîna penaberiyê ve girêdayî ye tê bikaranîn;
  6. ji bo bikaranîna xizmetên bêpere bo wergêrî;
  7. li Navenda Tomarkirina Biyaniyan an Navenda Pêşwaziya Penaberan lênihêrîna bijîşkî, alîkariya derûnî û xizmetên civakî yên bêpere;
  8. li nûnerên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên ku ji penaxwazan re arîkariya qanûnî an şêwirdariyên pispor pêşkêş dikin û di bin şert û mercên ku dê nepenîtiyê misoger bikin (di nav de xalên derbasbûna sînor an deverên derbasbûnê jî hene) serlêdan bikin;
  9. piştî ku ji bo wekî kesên lawaz yan rewşa kesayetî ya taybet hatine peywirdarkirin, ji şert û mercên pêşwaziyê sûd werbigirin, ku dê hewcedariyên wan ên pispor bicîh bîne;
  10. piçûkan mafê xwendinê li dibistanên piştî bernameya(ên) perwerdeya giştî yan jî pîşeyî(yên) meslekî heye, bêyî derengî û herî derengtir di nav 3 mehan de ji roja pêşkêşkirina daxwaza penaberiyê;
  11. mafê xebatê, eger Daîreya Koçê di nav 6 mehan de ji roja şandina serlêdana ji bo penaberiyê, ne ji ber sûcê penaxwaz, an piştî bidawîbûnê, biryarek li ser dayîna penaberiyê li Komara Lîtvanya negirtibe.

Heger ji ber pêleke girseyî ya biyaniyan, rewşa şer, rewşa awarte an rejîmek birêvebirina karesatê hatibe ragihandin, mafên penaxwazan ên li jor dikarin ji ber sedemên objektîf û maqûl neyên misogerkirin, bi awayekî demkî û bi rêjeyî bên sînordarkirin. Tevî sînorên hatine danîn jî, divê mafê penaxwazê ​​ji bo şert û mercên wergirtina madî, peydakirina lênihêrîna bijîşkî ya bingehîn û arîkariya qanûnî ya ku ji hêla dewletê ve hatiye misogerkirin, divê herdem were misogerkirin, û ji bo kesên lawaz jî pêdivî ye ku bigihîjin şert û mercên pêşwaziyê yên ku hewcedariyên wan ên taybetî pêk tînin.

Di pêvajoya serlêdana penaberiyê de çi erkên min hene?

Wek penaxwaz erkên te yên jêrîn hene:

  1. ji bo parastina Destûra Bingehîn, qanûn û karên din ên qanûnî yên Komara Lîtvanyayê;
  2. ji bo bicihanîna erkên ku ji bo penaxwazan bi biryarên Daîreya Koçê û dadgehê hatine destnîşankirin;
  3. ku destûrê bide pêkanîna kontrolkirina tenduristiyê;
  4. ku hemî belgeyên berdest û ravekirineke tam û rast ji sedemên serlêdana penaberiyê, nasnameya serlêderê penaberiyê û herwiha şert û mercên ketin û mayîna we li Komara Lîtvanyayê radest bikin û di dema lêkolîna serlêdana penaberiyê de bi karbidestên giştî yên rayedarên desthilatdar re hevkariyê bikin;
  5. di dema hevpeyvînê de ji aliyê rayedaran ve, ku serlêdana we ya penaberiyê wergirtine, ji bo ku bi rengekî belaş çavkanî û sermayeyên ku li Komara Lîtvanyayê xwedî derdikevin û herwiha ji Wezareta Koçê re bi rengekî belaş diravên ku di heyama ku maf de hatine wergirtin, bi nivîskî eşkere bikin wexta maf hat dayîn ku li Komara Lîtvanya bimîne û piştî wergirtina wan di nav sê rojan de bike;
  6. ji bo ku Dezgeha Koçê di derbarê guhertinên cihê niştecihbûnê de tavilê agahdar bike, eger Daîreya Koçê biryarek bide ku destûr bide rûniştina li cîhê niştecîbûnê yê hilbijartî;
  7. di dema lêkolîna serlêdana penaberiyê de bêyî destûra Daîreya Koçê ji Komara Lîtvanyayê dernekevin.

AGAHIYÊN GIRÎNG ÊN TÊKILIYÊ:

Daîreya Koçê

L. Sapiegos g. 1, 10312 Vilnius,

Tel. +370 5 271 7112 or 8 707 67000

E-name: info@migracija.gov.lt

http://www.migracija.lt

Navenda Tomarkirina Biyaniyan a Pabradė

Vilniaus g. 100, 18177 Pabradė, Švenčionys district

Tel. +370 387 53 401

E-name: urc.sekretore@vsat.vrm.lt

Navenda Tomarkirina Biyaniyan a Medininkai

Pasieniečių g. 11, Medininkų kaimas, Vilniaus rajonas

Tel. +370 687 58406 or +370 646 64688

E-name: v03358@vsat.vrm.lt

Navenda Tomarkirina Biyaniyan a Kybartai

J. Biliūno g. 14B, Kybartai, Vilkaviškio rajonas

Tel. +370 695 60409 or +370 646 64621

E-name: kybartu.urc.budetojas@vsat.vrm.lt

Navenda Pêşwaziya Penaberan a Rukla

Karaliaus Mindaugo g. 18, 55283 Rukla, Jonava district

Tel. +370 3 497 3377, +370 698 48776

E-name: centras@rppc.lt

http://www.rppc.lt

Navenda Pêşwaziya Penaberan a Naujininkai

A. Jaroševičiaus str. 10B, Vilnius

Tel. +370 679 41315 or +370 672 14051

E-name: naujininkai@rppc.lt

Alîkariya hiqûqî ji aliyê dewletê ve tê misogerkirin

E-name: teisines.paslaugos@migracija.gov.lt

Nivîsgeha Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Komara Lîtvanyayê

A. Jakšto g. 12, 01105 Vilnius

Tel. +370 5 210 7416

E-name: swestprotection@unhcr.org

http://www.unhcr.se/lt/home.html

UNHCR agahdarî û şîretan li ser proseyên penaberiyê û alîkariya ku ji penaxwaz û penaberên li Lîtvanya re peyda dike amade dike.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) Nivîsgeha Vilnius

A. Jakšto g. 12, 01105 Vilnius

Tel. +370 5 261 0115

E-name: iomvilnius@iom.lt

http://www.iom.lt

IOM di vegera dilxwazî ​​de arîkariyê dide, ku li gorî hewcedariyên kesekî tê meşandin û rêwîtiya bi ewle ya vegerê misoger dike. IOM herwiha alîkariya ji nû ve tevlêbûnê dide kesên ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye ku li welatên xwe bi cih bibin.

Civaka Xaça Sor a Lîtvanyayê

A. Juozapavičiaus g. 10A, 09311 Vilnius,

Tel. +370 5 212 7322

E-name: legal@redcross.lt

http://www.redcross.lt

Civaka Xaça Sor a Lîtvanyayê alîkariyên hiqûqî û mirovî û herwiha ji bo peydakirina endamên malbat û xizmên arîkariyê dide.

Dezgeha Xêrxawziya Serkeşeyê Vilnius

Kalvarijų g. 39, Vilnius

Tel.: +370 673 24 225

E-name: kulturunamai@vilnius.caritas.lt

http://www.vilnius.caritas.lt

Di vê pirtûkokê de agahiyên kurt li ser proseyên penaberiyê, maf û erkên sereke yên penaxwazan û herwiha encamên muhtemel ên nepêkanîna van erkan hene. Tenê armanca vê pirtûkokê ew e ku agahdariyan bide, ji ber ku ew tu maf û berpirsiyariyên hiqûqî naafirîne/nahewîne. Heger pêdiviya we bi ravekirinên zêde yên agahiyên di vê pirtûkokê de hebe an jî hûn dixwazin li ser nirxandina serîlêdana xwe bêtir bizanin, ji kerema xwe serî li Daîreya Koçê bidin. Herwiha hûn dikarin ji bo şîret û şêwirdariyên zêde serî li ekîba dadrêsiya Xaça Sor a Lîtvanyayê bidin bi legal@redcross.lt, tel. na +370 5 212 7322.